Ciwanê 20 salî yê ku li Amedê ceyranê pêgirt jîyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Bekîr Aydin ê 20 salî li Taxa Fabrîqeyê ya navçeya Yenîşehîrê lepikên xwe yên înşeatê xiste destê xwe û derket ser dîregê ceyranê. Aydinê ku hewl da bi qaçaxî kabloyê bibire, ceryanê pêgirt û bi dîreg ve aliqî ma. Ekîbên ku sewqê cîhê bûyerê bûn, Aydin ji ser dîreg daxistin û rakirin nexweşxaneyê. Digel hemû mudaxeleyan jî, Aydin jîyana xwe ji dest da. Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.