Çalakîya Çavdêrîya Esmanî ya Zerzewanê bala welatîyên Amedê kişand.
Çalakîya Çavdêrîya Esmanî ya Zerzewanê bala welatîyên Amedê kişand. Di roja gel a ku di bernameyê de hat lidarxistin de, ji hemû temenan 5 hezar dildarên esmanê çûn Keleha Zerzewanê û asîman temaşe kirin. Di bernameya 4 rojan de çavdêrîyên teleskopê, atolye û axaftinên astronomîyê eleqeyeke mezin dît. Di bernameyê de stêrnasên pispor û amator, çavdêrîyên esmanî kirin. Di bernameyê de semîner, pêşbirk û gelek çalakîyên di derbarê de astronomîyê de hatin lidarxistin.