Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li salona dawetê de, zava bi giranî birîndar bû.
Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li salona dawetê de, zava bi giranî birîndar bû.
Bûyer li salona dawetê ya li navçeya Kayapinara Amedê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin dema zava bi bûkê re diçû salonê rastê êrîşa çekdarî hat.
Di dema êrîşê de zava û kesekê li dawetê bû birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û gumanbarek hat binçavkirin.
Hat zanîn ku rewşa zavayê ku di êrîşa çekdarî de birîndar bûbû, giran e. Ji alîyê din ve hat îdîakirin ku her çend kesê êrîş pêk anîye keçê xwestine jî malbatê nedaye wan. Dema êrîşê qeydê kamerayê bûn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.