Li navçeya Baglarê ya Amedê kesên ku nasnameyên wan ne dîyar û rûpêç li rûyên wan bûn, bi çekan êrîşê dikanekî kirin.
Li navçeya Baglarê ya Amedê kesên ku nasnameyên wan ne dîyar û rûpêç li rûyên wan bûn, bi çekan êrîşê dikanekî kirin.
Bûyer li taxa Kaynartepeyê ya navçeya Baglarê ya Amedê pêk hat. Li gor agahîyên hatin bidestxistin xwedîyê dikanê A.A. ku firoşgerîya motosikletê dike, ji alîyê kesên li rûyên wan rûpêç hebûn rastê êrîşa bi çek hat. Hat dîyarkirin ku kesên êrîşkar bi çekê 5 caran gule li ser A.A. reşandin û bi motosikletê ji cîhê bûyerê revîyan. Xwedîyê dikanê A.A. ku birîndar bû ji bo dermankirinê rakirin nexweşxanê. Polês ji bo êrîşkarên ku revîyane zevt bike xebat dan destpêkirin.