Li Amedê ajokarê ku hat tespîtkirin alkol bikaranîye, bi siwareya xwe li siwareyeke din qeliband û piştre li hesinê sîteyekê qelibî û rawestîya.
Li Amedê ajokarê ku hat tespîtkirin alkol bikaranîye, bi siwareya xwe li siwareyeke din qeliband û piştre li hesinê sîteyekê qelibî û rawestîya.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ajokarê wesayîtê F.A yê 23 salî, li ser kolanê Dîclekentê ya navçeya Kayapinarê, dema ku hewl dida li xaçerêyê bizivire, pêşî li siwareya parqkirî qeliband. Siwareya ku qeza kir piştê ku li hesinê sîteyê asê bû hêj sekinî. Polêsên ku hatin devera qezayê, di encama kontrolê de tespît kirin ku ajokar F.A alkol bikar anîye û derbarê ajokar de mûameleyên Hiqûqî û fermî dan dest pêkirin.