Li Kayapinarê ji ber agirê ku bi xanî ketibû, bi tevlê zarokan gelek kes ji ber dûmanê bandor lê hatin.
Li Kayapinarê ji ber agirê ku bi xanî ketibû, bi tevlê zarokan gelek kes ji ber dûmanê bandor lê hatin.
Îro danê nîvro, li taxa Bariş ya navçeya Kayapinarê ya Amedê, agir bi xanîyek qatê 9an ya di sîteyekê de ket. Li ser agahdarkirinê tîmên agirtef û ewlehîyê sewqê cîhê bûyerê bûn.
Gelek kesên ku di nav wan de zarok, niştecîyên avahîyê û xebatkarê agirtefê jî hebû, ji dûmanê bi bandor bûn.
Di dema ku ekîbên tenduristîyê alîkarîyên xwe yên ewil didin kesên ku ji dûmanê bandor bûne, hin ji wan jî wek tedbîr sewqê nexweşxaneyê hatin kirin.
Hat hînbûn ku piştê rapora ku bê amadekirin wê sedema şewatê dîyar bibe.