Hat dîyarkirin ku li Agirîyê korucuyekî, bi çekê hevjîna xwe û bûrayê xwe kuşt.
Hat dîyarkirin ku li Agirîyê korucuyekî, bi çekê hevjîna xwe û bûrayê xwe kuşt.
Li gor agahîyên hatine bidestxistin; Bîrsel Tunç a ku ji alîyê hevjînê xwe Metîn Tunç ê ku korucu bû, rastê tundîya sîstematîk dihat, ji malê derket û bi malbata xwe re bi cih bû.
Metîn Tunç ê ku bi hinceta axaftinê çû mala hevsera xwe ku di heman demê de xizmê wî ye, dest bi nîqaşê kir.
Ji ber ku nîqaş zêde bû Metîn Tunç hevsera xwe û malbata wê li pey hev bi çekê gule li wan barand.
Li ser agahdarkirinê polîs û ekîbên tenduristîyê sewqê cihê bûyerê bûn û di kontrolê de hat tespîtkirin ku bûrayê wî Fecrî Tunç jîyana xwe ji dest daye.
Bîrsel Tûnç û dayika wê Hatun û hevjîna Fecrî,Nûrîye rakirin nexweşxaneyê. Bîrsel Tûnç tevî hemû mudaxeleyan li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.
Ekîbên polêsan ji bo girtina Metîn Tunç ê ku piştê bûyerê revîyabû, dest bi xebatê kirin.