Di operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya li 12 parêzgehên ku Erdexan û Amed jî di nav da 17 gumanbar hatin girtin.
Di operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya li 12 parêzgehên ku Erdexan û Amed jî di nav da 17 gumanbar hatin girtin. Bi fermana Serdozgerîya Komarê ya Erdexanê, li 12 parêzgehên ku navenda wê Erdexan e, di derbarê çavkanîyên fînansî yên DAIŞ’ê de operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonên ku li Erdexan, Bursa, Kocaelî, Amed, Tekîrdag, Îzmîr, Dîlok, Mêrdîn, Semsûr, Konya, Edene û Êlihê hatin kirin de, ji 19 gumanbarên ku di derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn, 17 kes hatin girtin. Lêgerîna her du gumanbaran berdewam dike.