Buhaya leşkerîya bi pere bû 182 hezar lîre. Serîlêdan ji 8ê Çileyê dest pê kirîye.
Di civîna agahdarkirinê ya heftane ya ku ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî ve hat lidarxistin de hurgilîyên leşkerîya bi pere hatin parvekirin.
Li gorê giştînameya "Mafên Malî û Civakî" ya ku ji alîyê Wezareta Xezîne û Darayîyê ve hat weşandin, buhaya leşkerîya bi pere bû 182 hezar û 609 lîre û 4 quriş.
Hat dîyarkirin ku ji 8ê Çileya 2024an vir ve serîlêdanên ji bo leşkerîya bi pere dest pê kirîye.