Hunermend û Koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de, di 25'ê Nîsanê de li 21 bajaran di serdegirtina malan de 191 kes hatibûn binçavkirin û di nav de rojnameger û parêzer jî zêdeyê 50 kes hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku Şêrko Kanîwar bi navê xwe yê din Aslan Aydogan jî di çarçoveya vê lêpirsînê de hat binçavkirin.
Şêrko li balafirgehê ji alîyê polîsan ve hat binçavkirin. Tê bendê kirin ku wê îro sewqê edlîyeyê bê kirin.