Civîna şêwrê ya bi sernavê "Hêvîyên Karsaz û Karsazî ya ji Rêveberîyên Herêmî" ku ji alîyê Konseya Karsazîya Amedê û Lîjneya Bilind a Şêwirmendîyê ya DTSO'yê ve bi hevparî tê organîzekirin, wê roja Şemîyê bê lidarxistin.
Namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê yên DEM Partîyê jî wê beşdarê civînê bibin.
Civîna bi navê 'Civîna karsaz û namzetên serok/hevserok' ku wê bi vexwendina Serokê Konseya Karsazîya Amedê Mustafa Vural û Serokê Lîjneya Bilind a Şêwirmendîyê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Burç Baysal bê lidarxistin, bi babeta sereke "Hêvîyên Karsaz û Karsazî ya ji Rêveberîyên Herêmî" re hemû mijarên girêdayê bajêr wê bên nîqaşkirin.
Namzetên DEM Partî yên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM'ê Mehmet Rûştû Tîryakî û Berdevka Partîyê Ayşegul Dogan wê beşdarê civîna ku roja Şemîyê li otelekê bê lidarxistin bibin.