Yekemîn civîna ji bo dîyarkirina rêjeya demkî ya zêdekirina mûçeya herî kêm, wê sibê bê lidarxistin.
Yekemîn civîna ji bo dîyarkirina rêjeya demkî ya zêdekirina mûçeya herî kêm, wê sibê bê lidarxistin.
Rêjeya zêdekirina navberê wê di van hevdîtinan de were zelalkirin û tê payîn ku ji sedî 25 zêde bibe.
Civînên ji bo dîyarkirina rêjeya zêdekirinê wê di 13’ê Hezîranê de dest pê bikin. Karker, karsaz û alîyên hikûmetê wê di civînê de bên cem hev.
Rêjeya enflasyonê ya 6 mehên ku wê bi daneyên Hezîranê yên di 3yê Tîrmehê de bên eşkerekirin wê bibe faktora dîyarker. Tê payîn ku para refahê li vê rêjeyê were zêdekirin.