Kirêdar ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkan û daxwazên xwe ragihînin ber bi Enqereyê ve dest bi meşê dikin.
Kirêdar ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkan û daxwazên xwe ragihînin ber bi Enqereyê ve dest bi meşê dikin.
Damezrînerê Komeleya Piştevanîya Kirêdaran Cengîz Kul ku li Antalyayê ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên kirêdaran û ji bo çareserîyan peyda bikin komele avakirin, dîyar kir ku hem qanûn hem jî çapemenî dewlemendan diparêzin û ger bersiva wan neyên dayîn, wê ji Antalyayê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê bikin.
Cengîz Kul di axavtina xwe de got, "Di têkoşîna me de ne hikûmetê û ne jî mûxalefetê bertek nîşan nedan, nedîtin, nebihîstin, hebûna xwe hîs nekirin. Pirsgirêka xanîyan berdewam dike. Ger wisa bike em ê ji Çîyayê Torosê dest pê bikin û heta paytextê bimeşin. Em ê li ber derîyê Meclisê rawestin û heta ku çareserî neyê dîtin em ê ji devê derî ranebin. Em ê mafê hemwelatîyan biparêzin û heta ku em mafê xwe bi dest nexin em ê ji wê derê ranebin.