Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de derbarê namzedê serokomarîyê yê maseya 6 alî ya ku tê bendêkirin di 13ê Sibatê de bê eşkerekirin de axivî.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de derbarê namzedê serokomarîyê yê maseya 6 alî ya ku tê bendêkirin di 13ê Sibatê de bê eşkerekirin de axivî.
Kiliçdaroglû dûbare kir ku eger li ser navê wî lihevkirinek pêkbê ew ê bibe namzetê serokomarîyê. Kiliçdaroglu di derbarê namzedîya xwe de daxuyanîyek da û wiha got, "Divê lihevkirinek çêbibe. Ev demeke dirêj e ez li ser li hevkirinê disekinim. Em bibêjin li ser navê min lihevkirinek heye, helbet pêk anîna vê wezîfeyê tiştekî bi rûmet e."