Namzedê Serokkomarîyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyeke nû ya bi nota "Biryara xwe ji bo Tirkîyeyê bide" parve kir.
Namzedê Serokkomarîyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyeke nû ya bi nota "Biryara xwe ji bo Tirkîyeyê bide" parve kir.
Kiliçdaroglu di vîdeoyê de derbarê HUDA PAR û Partîya Refahê de wiha got, "Em ê welatê xwe ji kesên ku jinan wek eşya dibînin re nehêlin. Yên ku jinan qetil dikin û yên ku çav berdane zarokên me, em welatê xwe bi destê wan ve bernade û vê yekê qebûl bikin."
Kiliçdaroglû erdheja 6'ê Sibatê bi bîr xist û got, "Em ê welatê xwe ji vê zîhnîyeta ku xwîn û konan difiroşe û bi deh hezaran welatî di bin kavilan de li benda alîkarîyê ne hiştin, em ê ji wan re nehêlin. Ciwan, rabin ser pîyan. Kesên ku ji welatê xwe hez dikin bila werin ser sindoqan. Em ê heta dawîyê têbikoşin. Em ê teqez bi ser bikevin.”