Ji bo rampa astengdaran a ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve li Mizgefta Mezin tê çêkirin, kevirên dîrokî hatin rakirin.
Ji ber ku karê rampê ji alîyê xebatkarên şaredarîyê ve bêyî çavdêrîya arkeologan nehat kirin bû sedema bertekan.
Li gorê nûçeya Amîda Haberê, hat dîyarkirin ku rampeya ku li derîyê sereke yê Mizgefta Mezin a dîrokî tê çêkirin bi destûra Lîjneya Parastina Mîrateyên Çandî hat hilweşandin, lê kevirên xwedî nirxê dîrokî bêyî çavdêrîyê arkeologan an karbidestên din hatine rakirin.
Welatîyan bertek nîşanê vê rewşê dan û dîyar kirin ku bila xebat bên rawestandin û li ber derîyê paş a Mizgefta Mezin rampa bê çêkirin wê baştir be.