Keştîya ku tê payîn ku bi qasê 200 ton alîkarîyên xwarinê bigihîne Gazeya ku êrîşên Îsraîlê lê dewam dikin, ji Bendera Larnaka ya Qibrisê bi rê ket.
Keştîya bi navê 'Open Arms' ku ji Bendera Larnaka ya Qibrisê, ji bo 200 ton alîkarîya xwarinê bi rêya behrê bigihîne Gazeyê, bi rê ket.
Ajansa nûçeyan Reuters ragihand ku keştîya bi navê 'Open Arms' ji Bendera Larnaka ya Qibrisê bi keleka barkişîyê ku nêzê 200 ton ar, birinc û proteîn tê de bû derket rê.
Projeya alîkarîyê ya ku ji alîyê Mîrîtîya Yekbûyî yên Ereb (MYE) ve tê fînansekirin, ji alîyê rêxistina alîkarîyê World Central Kitchen (WCK) ya ku navenda wê DYA ye ve tê organîzekirin, ajansa alîkarîyê ya Spanyayê 'Proactiva Open Arms' jî keştîyê temîn dike.
WCK'ê da zanîn ku ji ber nebûna binesazîya benderê, bi malzemeyên ku ji avahî û xirbeyên li Gazeyê hatine hilweşandin, benderek demkî hatîye çêkirin. Hat ragihandin ku ji bo Gazeyê 500 ton alîkarî li Qibrisê hat komkirin û ev jî wê bê şandin.