KESK: HETA KU DAWÎ LI ÎXRACKIRINAN NEYÊ EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ya Amedê, derbarê betalkirina Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) û betalkirina xala demkî ya 35’emîn a ku li Biryarnameya jimara 375’an ku destûr dide ji kar derxistina sazîyên cemawerîyê lêzêde kir de, daxuyanî da.
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ya Amedê, derbarê betalkirina Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) û betalkirina xala demkî ya 35’emîn a ku li Biryarnameya jimara 375’an ku destûr dide ji kar derxistina sazîyên cemawerîyê lêzêde kir de, daxuyanî da. Endama Lijneya Rêveber a Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzarîya Hemû Şaredarî û Rêveberîyên Herêmî (TUM BEL-SEN) ya Şaxa Amedê Ayşe Kûran axivî û wiha got, "Piştê Rewşa Awarte, mîtîng û daxuyaniyên çapemenîyê ku têkoşîna rêxistinên kedê û rêxistinên sivîl, bi hincetên cuda hatin astengkirin. Îktîdara sîyasî ji bo ku KESK’ê ku mafên aborî û demokratîk ên kedkarên cemawerîyê yên li welat diparêze û têkoşîna kedê dide, bê tesîr bike, her cure bêhiqûqîyê pêk tîne.” Ayşe Kûran her wiha dîyar kir ku heta kedkarên cemawerîyê yên hatine îxrackirin venegerin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.