Li Amedê gelek welatî û endamên sendîkayan li gorê daneyên TÛÎK'ê hesabkirina mûçeyan protesto kirin.
Endamên Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ên girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) û gelek kes ji bo hesabkirina mûçeyên xwe yên li gorî daneyên TUÎK'ê şermezar bikin, li ber Daîreya Dahatê ya Amedê daxuyanîyeke hevpar dan.
Hevseroka Şaxa Amedê ya BES'ê Guneş Ozel, dîyar kir ku ew di bin daneyên TUÎK’ê de tên perçiqandin û dîyar kir ku xizanî roj bi roj zêde dibe û wiha got: "Her çend kesên ku welat bi rê ve dibin bi gotina ‘Me karker û teqawîd nexist bin enflasyonê’ jî, em pêvajoyeke ku heqdest û mûçeyên me yên rastî bi lez û bez diqede, dibînin û dijîn.”
Di daxuyanîya ku hat gotin, "li welatê me yê ku sînorê feqîrîyê 50 hezar lîreye û ji me re zema belengazîyê tê ferzkirin, em vîya qebûl nakin û em para xwe ji aborîyê dixwazin” de ji kedkaran re bang hat kirin û wiha hat gotin; “werin em ji vê lîstika ku bi salan e tê dûbarekirin û her roj me dixe nava bextreşîyê re bêjin bes e.”