Çalakîyên 'Hefteya Hawirdorê ya Tirkîyeyê' ya ku ji alîyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve li Amedê tê lidarxistin, bi gera duçerxê dest pê kir.
Çalakîyên 'Hefteya Hawirdorê ya Tirkîyeyê' ya ku ji alîyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve li Amedê tê lidarxistin, bi gera duçerxê dest pê kir.
Tûra duçerxê ya ku li Meydana Şeyh Seîd a navçeya Sûrê dest pê kir, li Pira Dîrokî ya Dehderî bi dawî bû. Di çarçoveya çalakîyê de Walîyê Amedê Alî Îhsan Sû ji bo bîranîna welatîyên di erdhêjê de jîyana xwe ji dest dane, li Çemê Dîcleyê 'çelega rêzgirtinê' danî. Alî Îhsan Sû di daxuyanîya xwe de wiha got, "Ji bo em jîngeha xwe paqij bihêlin û ji nifşên paşerojê re jîngeheke paqij bihêlin, girîng e ku em hişyarîyê bidin. Ji bo vê jî me bernameya xwe bi gera duçerxê pêk anî. Di heman demê de me pêşbirkên ku di dibistanên xwe de hişyarîyê bilind dikin li dar xistin.” Piştî daxuyanîyan ekîbên AFAD'ê ketin Çemê Dîcleyê ku di binê pira dîrokî re derbas dibe û paqijî kirin.