Kedkarên Tendirustîyê yên Amedê ji bo ‘Rêziknameya Budçeyê ya Zêde’ protesto bikin daxuyanîya çapemenîyê dan. Endamên Platforma Tendirustîyê yên Amedê li ber Polîklînîkên Nexweşxaneyê ya Dîcleyê hatin gel hev.
Kedkarên Tendirustîyê yên Amedê ji bo ‘Rêziknameya Budçeyê ya Zêde’ protesto bikin daxuyanîya çapemenîyê dan. Endamên Platforma Tendirustîyê yên Amedê li ber Polîklînîkên Nexweşxaneyê ya Dîcleyê hatin gel hev
. Di daxuyanîyê de pankarta ku li ser ‘Bi teşwîqê sîstema tendirustîyê nameşe’ vekirin û daxwaza wekhevîya muçe û miayeneya bêpere kirin. Hevseroka SES’ê ya Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak daxuyanîyê xwend û wiha got: “Di rêziknameya heyî de li şûna têgeha ‘performansê’ de têgeha ‘teşwîq’ê anîn. Şûna ku sererastkirinek bihata kirin, di bin navê ‘teşwîqê’ de serê têgeha performansê hat girtin. Em van biryarên derbarê ferqa di navbera budçeya zêde, teşwîq, budçeya zêde ya bingeh û performansê qebûl nakin.”