Li wargehek keçan a Aydinê xwendekara ku dixwest ji asansora ku xera bûbû derkeve de asê ma û jîyana xwe ji dest da.
Di bûyera ku duh êvarê li Wargeha Keçan a KYK'ê ya Guzelhîsar a li navenda Aydinê pêk hat de, hat îdîakirin ku 16 kes li asansora 15 kesî ya li wargehê siwar bûne û asansor berîya ku bi temamî bê girtin şemitîye xwari.
Xwendekara jin a ku piştê rewşê ketibû panîkê, dema dixwest derkeve derve di asansorê de asê ma jîyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristîyê, agirtef û polêsan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
Xwendekarên din ên ku di asansorê de mabûn hatin xilaskirin û hat dîyarkirin ku rewşa wan baş e.
Hate hînbûn ku xwendekarê jîyana xwe ji dest da Zeren Ertaş a ku Xwendekara Zanîngeha Adnan Menderes a Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî ya pola 4’emîn e û agahî ji malbata wî re hatîye dayîn.
Piştê bûyerê gelek xwendekarên keç û kur hatin cîhê bûyerê û bertek nîşan dan. Der barê mirina xwendekar de ji alîyê dozgerîyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Ji alîyê din ve Wezareta Ciwan û Werzîşê ragihand ku rêveberê wargehê ji kar hatîye dûrxistin.