Di Şampîyonîya Karateyê ya Navdewletî, li Îranê keçeke ciwan a Kurd bû yekemîn.
Di Şampîyonîya Karateyê ya Navdewletî, li Îranê keçeke ciwan a Kurd bû yekemîn.
Pêşbirkên Şampîyonîya Karate ya Navnetewî herî dawî li navçeyên Babul ser û Ferey dûn Kenarî yên bajarê Mazen der ana Îranê birêve çû.
Di şampîyonîyê de Aylîn Delayî Mîlan a 13 salî ku li navçeya Makû ya bajarê Urmîyê ya Îranê diji, bû yekem.
Mîlan dîyar kir ku 3 sal e bi karateyê re mijûl e û ev cara ewil e ku beşdarê pêşbirkeke navneteweyî dibe. Mîlanê ku li navçeya Amule ya bajarê Mazen deranê dijî, di beşa pêşbirkê de bû yekemîn û di beşa performansê de jî di nav 94 werzişvanan de bû duyemîn.
Şampîyonîya Karate ya Navneteweyî bi beşdarîya 700 werzişvanên mêr û 2 hezar û 600 werzişvanên jin hat lidarxistin.