Karkerên ku di encama teqîna madenê ya di Sazîya Amasra ya Komirê ya Tirkîye de jîyana xwe ji dest dan têne definkirin.
Karkerên ku di encama teqîna madenê ya di Sazîya Amasra ya Komirê ya Tirkîye de jîyana xwe ji dest dan têne definkirin. Berkay Pinaroglû yê 23 salî ku di teqîna madenê de jîyana xwe ji dest da, piştê nimêja cenazeya ku li gundê Muratbeya Bartînê hat kirin, li goristana gund hat definkirin. Karkerê bi navê Azîz Kose jî piştê nimêja cenazeyê li gundê Bayiryuzu ya Bartinê hat definkirin. Selçûk Ayvaz ê di madenê de jîyana xwe ji dest da piştê nimêja cenaze li gundê Ugurlarê li goristana gund hat definkirin. Di hemû merasîma cenaze de malbat û xizmên karkerên madenê ku jîyana xwe ji dest dane, tevî hevalên wan yên madenê, hin wezîr û gelek kes amade bûn.