Karkerên ku li Amedê di DEDAŞê de dixebitin, xwestin mafên wan ên şexsî bê dayîn û mûçeyên wan jî bi mûçeya herî kêm re bê sînorkirin.
Karkerên ku li Amedê di DEDAŞê de dixebitin, xwestin mafên wan ên şexsî bê dayîn û mûçeyên wan jî bi mûçeya herî kêm re bê sînorkirin.
Hat ragihandin ku karkerên di DEDAŞê de wek personelên teknîk û temîrkirinê dixebitin heta niha mehane 10 hezar û 410 lîre mûçe werdigrin.
Hat gotin ku li gor mûçeya herî kêm a ku nû hatîye dîyarkirin wê di mûçeyên nû ji sedî 10 zêde bibe. 2 hezar karker bi hev re tevdigerin û xwestin ku mûçeyên wan bên zêdekirin, mafên wan ên şexsî û endamtîya sendîkayan bê dayîn. Xebatkarên DEDAŞ'ê ji bo bibin endamê sendîkayê dest bi kampanyayê kirin.