Serokê nû yê Bankeya Navend Fatîh Karahan got ku, "Em ê bi biryardarî xebatên xwe yên dezenflasyonê bidomînin.
Serokê nû yê Bankeya Navend Fatîh Karahan got ku, "Em ê bi biryardarî xebatên xwe yên dezenflasyonê bidomînin.
Em ê nehêlin ku perspektîfa enflasyonê xirab bibe." Karahan dema rapora enflasyonê ya sala 2024an pêşkêş kir, wiha got: “Em bendewarîyên enflasyonê û tevgera buhayê ji nêz ve dişopînin.
Em ê teqez destûrê nedin ku perspektîfa enflasyonê xirab bibe. Bi berdewamkirina helwesta xwe ya polîtîk heya ku em bigihîjin aramîya buhayê daîmî, em ê enflasyonê bigihînin asta ku em pêşbînî dikin û aborîya xwe di heyama navîn de bigihînin aramîya buhayê daîmî.”