Sîyasetmedarê Kurd Hasîp Kaplan dîyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan cara sêyem nikare bibe namzetê serokomarîyê.
Sîyasetmedarê Kurd Hasîp Kaplan dîyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan cara sêyem nikare bibe namzetê serokomarîyê.
Kaplan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha parve kir; “Her çiqas parlamento bi 360 dengan biryara hilbijartina pêşwext bide jî Serokkomar Erdogan nikare bibe namzetê serdema 3yemîn. Makeqanûn pir zelal e, hûn nikarin ji 2 serdeman zêdetir bibin namzetê serokomarîyê. Hûn dikarin heta hetayî bibin serokê partîyê an jî bibin namzetê parlementerîyê. Endamên Lijneya Bilind a Hilbijartinê û endamên Dadgeha makeqanûnê ku we tayîn kirine, nikarin makeqanûnê binpê bikin, ger bikin wê ji wezîfeyê bên dûrxistin û wê hesap jê bê pirsîn.”