Li Êlihê kamyona ku malzemeyên înşeatê barkirî qelibî, 4 kes birîndar bûn. Qeza li 5emîn kîlometreya Rêbeja Êlih-Hezoyê pêk hat.
Li Êlihê kamyona ku malzemeyên înşeatê barkirî qelibî, 4 kes birîndar bûn. Qeza li 5emîn kîlometreya Rêbeja Êlih-Hezoyê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin şofêrê kamyona ku malzeme barkirî bû, kontrola dîreksiyonê ji dest berda û qelibî.
Di qezayê de 4 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. || AMED TV ||