Welatîyên li Taxa Bagcilara navçeya Baglar a Amedê ji ber ku lambeyên kolanan pênakevin, kabloyên ceyranê vekirî û li derve mane û çalên ku hatine kolandin nehatin girtin, bertek nîşan dan.
Di nûçeya taybet a Fuat Bulut a ji Guneydogu Ekspresê de welatîyê bi navê Abdullah Acar ê li taxê dijî wiha got: “Ji bo ronahîya kolanan kabloyan ku bi trafoyê ve girêdin, di binê erdê de kişandin.
Lê belê 5 mehe van çalan negirtin. Ne şaredarî û ne jî DEDAŞ heye. Xwedê nalet li wan hemûyan bike.” Welatîyên ku dixwazin kabloya ceyranê bê rakirin wiha gotin: “Her kêlîyê dibe ku zarokek destê xwe bide van kabloyan û Xwedê neke bimire.
Divê DEDAŞ û rayedarên din ên pêwendîdar demildest vê pirsgirêkê ji holê rakin