Lijneya Wezîran a Serokomariyê piştê 3 hefteyan wê îro demjimêr di 15.00an da bicive.
Lijneya Wezîran a Serokomariyê piştê 3 hefteyan wê îro demjimêr di 15.00an da bicive.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê li Beştepeyê serokatiya civînê bike.
Rojeva sereke ya civînê wê geşedanên aboriyê bin. Zêdekirina mûçeyên karmend û kesên teqawîtbûyî wê bibe rojeva sereke ya civînê.
Di civînê de geşedanên siyasî yên navxweyî û derve jî wê bên gotûbêjkirin.
Endamên kabîneyê wê li ser tedbîrên din ên ku ji bo têkoşîna li dijî enflasyon û bihayên giran werin girtin, nirxandinan bikin. Piştê hevdîtinê wê Serokomar Erdogan daxuyaniyekê bide.