Li Amedê di şewata ku ji ber şarjkirina telefona destan derket de dayîkek û 4 zarokên wê ji mirinê xilas bûn.
Şewat duh bi şev di Avahîya Çigdem a li Taxa Muradîye ya navçeya Baglar a Amedê de derket.
Dema Rûken K ferq kir agir bi malê ketîye ji cîranên xwe alîkarî xwest û li ser vê tîmên agirtef, tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê kirin. Ruken K. û zarokên wê Umut (11), Buse (9), Onur (7) û Hasret (3) yên li malê bûn hatin tehlîyekirin û hat dîyarkirin ku ji dûmanê hinek jehrî bûne. Şewat bi midaxeleya ekîban hat vemirandin.
Piştê alîkarîya ewil dayîk Ruken K. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û zarok jî ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Nexweşîyên Zarokan a Amedê. Hat hînbûn ku rewşa tenduristîya kesên birîndar baş e, derbarê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.