Doza derbarê Ogûn Samast ê ku Derhênerê Rojnameya Agosê Hrant Dînk qetil kir û bi îdîaya "li ser navê rêxistina terorê ya çekdar bêyî ku endamê wê be sûc kirîye" hat vekirin û ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin, hat dîtin.

Dozger û parêzerên bersûc li salona danişînê amade bûn û Samast jî bi SEGBÎS'ê tevlê danişînê bû. Parêzerê Ogûn Samast Raşît Hodo, dîyar kir ku îdîaname hê nû ji muwekîlê wî re hatîye ragihandin û xwest îfadeya parastina Samast îro neyê girtin û dema zêde daxwaz kir.
Serokê dadgehê bi qebûlkirina daxwazê biryar da ku di danişîna pêş de Samast parastina xwe bike.