Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) daxuyand ku li du bajarên cuda derbarê tundîya li dibistanan de lêpirsîn hatîye destpêkirin.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) daxuyand ku li du bajarên cuda derbarê tundîya li dibistanan de lêpirsîn hatîye destpêkirin.
Li Zonguldakê di dîmenên li ser medyaya civakî de derket holê ku xwendekarek ji alîyê hevalên xwe ve rastê tundîyê hatîye. Lê belê li Îzmîtê tundîya mamosteyekî li hemberê xwendekarên xwe, bû sedema bertekan. Ji teref Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ve derbarê mijarê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin, “Di derbarê tundîya ku xwendekarekî me yê li dibistana me ya Ereglî ya Zonguldakê û tundîya mamosteyekî li Îzmîtê li dijî xwendekarên xwe, ji alîyê Wezareta me ve mufetîş hatîye tayînkirin û lêpirsîn hatîye destpêkirin. Wezareta me bi feraseta 'ji her cure şîdetê re sifir toleransê' pêvajoyê ji nêz ve dişopîne.