Serokê Bajarê Amedê yê HUDA PARê Faruk Dînç vê hefteyê li Taxa Talaytepeya navçeya Kayapinarê ya li ser girê ku antenên televizyon û radyoyan lê ne, pêşnîyara Bircekê bi mavê Dîyar anî ziman.
Serokê Bajarê Amedê yê HUDA PARê Faruk Dînç vê hefteyê li Taxa Talaytepeya navçeya Kayapinarê ya li ser girê ku antenên televizyon û radyoyan lê ne, pêşnîyara Bircekê bi mavê Dîyar anî ziman.
Dînç got, “Talaytepe bi bilindahîya xwe girikê herî bilind yê Amedê ye. Lê di van demên dawî de ev der bûye cîwarê dizan û kesên narkotîkê bikartînin. Lêbelê, pêlên antenna li vir tîrêjên cidî derdixin, tenduristîya gelemperî tehdîd dike û qirêjîya dîtbarî diafirîne. Dînç li Talaytepe ku her tim bi bûyerên dizîyê di rojevê de ye, pêşnîyara çêkirina 'Birca Dîyar' kir.
Dînç dîyar kir ku ger birceke em qal dikin bê ava kirin em ê ji qirêjîya dîtbarî ya li hawîrdorê jî xilas bibin.