JI GERGERLIOGLU’YÊ JI BO KOMKUJÎYA ÇERKESAN PÊŞNÎYARA QANÛNÊ
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu, pêşnîyara qanûnê ya "Ji bo kesên di 21'ê Gulana 1864'an de, di Komkujîya Çerkesan de jiyana xwe ji dest dane, Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin" pêşkêş kir.
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu, pêşnîyara qanûnê ya "Ji bo kesên di 21'ê Gulana 1864'an de, di Komkujîya Çerkesan de jiyana xwe ji dest dane, Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin" pêşkêş kir. Di hinceta pêşnîyara ku ji Serokatîya Meclîsê re hat dayîn de, hat destnîşankirin ku gel, rastî polîtîkayên zext û çewisandinê ku yên dewlet û împaratorîyan ku bi hezaran salan desthilatdarîya xwe didomînin tên.