Bi biryara Serokomarîyê Baca Serfkirina Taybet (OTV) ya li ser cixare û vexwarinên alkolê hat zêdekirin.
Bi biryara Serokomarîyê Baca Serfkirina Taybet (OTV) ya li ser cixare û vexwarinên alkolê hat zêdekirin.
Biryar piştê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket merîyetê. Li gor Biryarnameya Serokomarîyê ya ku roja înê bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Baca Serfkirina Taybet (OTV) ya ji bo cixare û vexwarinên alkolê tê sepandin, hat zêdekirin. Li gorê vê ji bo vexwarinên ku alkola wan ji sedî 22 û zêdetir e, baca herî kêm a taybet a ku tê standin bû 602,48 TL û ji bo cixareyan jî OTV jî bû 0,78 TL. Bi vî rengê, OTV ji sedî 25 li ser vexwarinên alkol û ji sedî 10 li ser cixare zêde bû.