Ji bo zarokên bi dîyabetê yên ku li beşa endokrîn a zarokan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dimînin re bernameyek şahîyê hat lidarxistin.
Ji bo zarokên bi dîyabetê yên ku li beşa endokrîn a zarokan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dimînin re bernameyek şahîyê hat lidarxistin.
Bernameya ku ji alîyê xebatkarên tenduristîyê ve bi boneya Roja Dîyabetê ya Cîhanê ji bo zarokên bi dîyabetê bên cem hev û motîvasyona moralê bidin hev hat amadekirin eleqeyek mezin dît.
Ji bilî nexweşên li nexweşxaneyê dimînin, nexweşên dîyabetê yên ku tên şopandin û gelek xizmên nexweşan jî beşdarê bernameyê bûn. Bernameya şahîyê bi birrîna pastayê û wêneyên bîranînê bi dawî bû.