Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredarîya Kayapinarê, ji bo xwendekar betlaneya xwe ya havînê bi çalakîyên kêrhatî derbas bikin, Kursên Havînê yên Bêpere li dar dixin.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredarîya Kayapinarê, ji bo xwendekar betlaneya xwe ya havînê bi çalakîyên kêrhatî derbas bikin, Kursên Havînê yên Bêpere li dar dixin. Xwendekar di şaxên ku li gor hobîyên xwe têne hilbijartin de wê perwerdeyê bibînin. Li Lîseyên Akademîyê yên ku girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin in, wê ji bo xwendekarên pola 9, 10, 11, 12 û xwendekarên TYT-AYT’yê perwerde bên dayîn. Qeydkirina qursên havînê yên li Lîseyên Akademî, îro dest pê dike û di 4’ê Tîrmehê de bi dawî dibe.