Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Xanîyên Erdhêjê yên TOKÎyê yên ku li gundê Habeşî ya navçeya Baglarê hatine çêkirin, wê li ser du rêyan xizmeta veguhestina gişti bike.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Xanîyên Erdhêjê yên TOKÎyê yên ku li gundê Habeşî ya navçeya Baglarê hatine çêkirin, wê li ser du rêyan xizmeta veguhestina gişti bike.
Ji bo welatîyên ku wê li Xanîyên Erdhêjê bi cîh bibin bi lez û bez xwe bigihînin navenda bajêr, di rêyên nû yên ku ji gundê Habeşî heta Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê hatin çêkirin, di destpêkê da 4 otobus wê xizmetê bide.
Dema ku welatî dest bi rûniştina malên erdhêjê kirin wê veguhastina giştî jî dest bi hatûçûnê bike.