Li navçeya Kayapinara Amedê ji ber ku di avêtina temelê nexweşxaneyê de dînamît hatîye bikaranîn, welatîyan bertek nîşan dan.
Li navçeya Kayapinara Amedê ji ber ku di avêtina temelê nexweşxaneyê de dînamît hatîye bikaranîn, welatîyan bertek nîşan dan.
Şênîyên derdorê bi çepikan ber bi înşaata nexweşxaneyê ve meşîyan û daxuyanî dan. Welatîyên ku bertek nîşandan wiha gotin, “Li Nexweşxaneya Bajêr a ku hêj înşaet e, ji bo temelê wê vebikin dînamîtan diteqin. Her cara ku dînamît tê teqandin, wek erdhêjê tê hîskirin. Lerizîna di encamê de zirarê dide pergala stûna avahîyên me. Derbarê mijarê de, em bi rayedarên înşaetê re axivîn, hat dîyarkirin ku destûra wan ji Walîtîyê heye û wê ev 2-3 meh berdewam bike. Me ji Walîtîyê agah wergirt ku derbarê teqînê de ti destûra wan tune ye. Em dixwazin ev pêkanînên dijhiqûqî bi dawî bibe.”