Li Amedê Qeymeqamîya Baglarê, bang li welatîyên ku li navçeyê ji ber erdhejê mexdûr bûne kir ku ji bo eşyayên wan bên tesbîtkirin divê serlêdanê bikin.
Li Amedê Qeymeqamîya Baglarê, bang li welatîyên ku li navçeyê ji ber erdhejê mexdûr bûne kir ku ji bo eşyayên wan bên tesbîtkirin divê serlêdanê bikin.
Li navçeya Baglarê ya Amedê xebatên tesbîtkirina xesarê ya kargeh û avahîyan berdewam dike. Qeymeqamtîya Baxlarê bang li welatîyan kir ku divê ji bo tespîtkirina xesarê ya eşyayên malê, serî li cîhê têkildar bidin. Di daxuyanîya qeymeqamtîya navçeyê de wiha hat gotin: "Ji welatîyên me yên ku ji ber erdheja 6'ê Sibata 2023'an kar û barên wan xesar dîtine, di navbera 18'ê Adarê û 3yê Nîsana 2023'an de dive serî li Navenda Ciwanan a Bağlarê bidin. Serlêdan wê dawîya hefteyê li Navenda Ciwanan a Bağlar a Taxa Yenîkoyê berdewam bike."