JI BO QURSÊN ŞANO Û DRAMAYÊ YÊN BÊPERE DEMA QEYDAN HAT DIRÊJKIRIN
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo qursên şano û dramayê yên bêpere dest bi lêzêdekirina qeydan kir.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo qursên şano û dramayê yên bêpere dest bi lêzêdekirina qeydan kir. Li gor daxuyanîya ku ji şaredarîyê hat dayîn, “Şanoyên Bajêr ên Amedê ji bo zarok û mezinên ku dixwazin zîrektîya xwe di warê şanoyê da nîşan bidin û xwe bi pêş bixin, kursên dramayê û kursên şanoyê yên bêpere li dar dixe. Ji bo kesên ji 15 salî mezintir serlêdanên qursan wê di 30ê cotmehê de bidawî bibe.”