Cezayên ku ji bo êrîşa nîjadperest a ku li Konyayê ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin, hatin diyarkirin.
Cezayên ku ji bo êrîşa nîjadperest a ku li Konyayê ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin, hatin diyarkirin. Di rûniştina ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin de dozger der barê esasê de nêrîna xwe eşkere kir.
Lûtfî Keleş û Alî Keleş ên ku dadgehê mafê axavtinê da wan, îdia kirin ku ti eleqeya wan bi bûyerê re nîne. Bersûc Mehmet Altun jî îdia kir ku ji bo cînayetê kesî teşwîq nekiriye.
Di raporê de hat xwestin ku ji bersûc Altun ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn bi hestê cinawirî" 7 caran cezayê muebbetê yê giran bê birîn.
Her wiha di raporê de hat xwestin ku ji bersûcên din Yahya Çalik, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Alî Çalik, Lûtfî Keleş, Alî Keleş, Velî Keleş û Ayşe Keleş jî ji ber teşwîqkirina kuştinê 7 caran cezayê muebbetê yê bê birîn.
Piştî îfadeyên bersûc û parêzer û heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Altun da û ji bo kêmasiyên di dosyayê de temam bibe danişîn taloq kir.