Hat xwestin ku nirxê nû yê poşetên marketan ku di danûstendinê de ji bo eşya û malzemeyan tê bikaranîn û bi 25 quruşan tê firotin, zem lê bê kirin û bibe 75 quruş.
Hat xwestin ku nirxê nû yê poşetên marketan ku di danûstendinê de ji bo eşya û malzemeyan tê bikaranîn û bi 25 quruşan tê firotin, zem lê bê kirin û bibe 75 quruş.
Li gor nûçeya ku WebTekno weşandî ye, nirxa ku ji bo bihayên poşetê marketan 75 quruş hatîye daxwaz kirin. Rêxistinên Sivîl daxwaz dikin ku bihayê poşetan her wekê xwe bimîne. Nûnerên bazarê jî zem û zêdekirinê dixwazin. Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê wê rapora ku ji alîyê Komîsyonê ve hatîye pêşkêşkirin binirxîne û heqê poşetan ê sala 2023an dîyar bike. Tê texmînkirin ku zem a li poşetan wê di rojên pêş de were eşkere kirin.