Ji bo motorînê tê payîn ku 79 qirûş zem were kirin.
Ji bo motorînê tê payîn ku 79 qirûş zem were kirin.
Ji bo komên motorînê dihat payîn ku îro qasî lîrayek û 26 qirûşan zem were kirin lê ev biryar neket merîyetê. Li gor agahîyên nû yên ku ji jêderkên sektorê hatin wergirtin di komên motorînê de ji 17’ê Tebaxê şûn de wê 79 qirûş zem were kirin. Li Amedê buhaya lîtreya motorînê teqrîben bi 23.77 qirûş, lîtreya benzînê jî bi 21.70 qirûşan tê firotin.