Bi protokola ku li Amedê di navbera 3 sazîyan de hat îmzekirin, wê hezar û 500 kesan derfeta kar bê vekirin.
Bi protokola ku li Amedê di navbera 3 sazîyan de hat îmzekirin, wê hezar û 500 kesan derfeta kar bê vekirin.
Di çarçoveya Protokola Hevkarîyê ya di navbera Şaredarîya Yenîşehîrê û Şîrketa Telepeformancê de hat îmzekirin, li Şîrketa Teleperformancê civîna vekirinê ya "Projeya Îstîhdama Ciwanan" hat lidarxistin û bi piştgirîya Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê perwerdeya ewil ji bo kesên ku bên îstihdamkirin hat dayîn.
Di çarçoveya protokolê de wê ciwan bên perwerdekirin ku li navenda bang û xizmetên muşterîyan bixebitin. Bi perwerdeyên hatin dayîn heta dawîya salê hezar û 500 ciwan wê bên îstîhdamkirin.