Kesên ku heta dawîya salê ehlîyeta xwe ya kevin nû nekin wê bên cezakirin.
Kesên ku heta dawîya salê ehlîyeta xwe ya kevin nû nekin wê bên cezakirin. Pêvajoya guhertina ehlîyetên kevin ên ku berîya 1ê Çileya 2016an ku Tirkîye dest bi cureya nû ya ehlîyetê kir hatibû dayîn, dewam dike. Maweya guheztina ehlîyetên kevn di 31ê Kanûnê ya 2022 de diqede. Ehlîyetên kevin ên ku heta dawîya salê nehatine nûkirin wê nederbasdar werin hesibandin. Rayedaran ji welatîyan xwest ku ji ber pirbûna serlêdanan divê serlêdanên xwe taloqê mehên dawî yên salê nekin. Li gorî Qanûna Trafîkê ya Rêbejê ji bo kesên ku bi ehlîyetên kevin bikartînin wê cezayên îdarî bê sepandin.