Li Amed û Bajarên herêmê hişyarîya barana gur û bayê xurt hat.
Li Amed û Bajarên herêmê hişyarîya barana gur û bayê xurt hat.
Li gor daneyên rojane yên pêşbînîya hewayê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Amedê ya Meteorolojîyê, tê bendêkirin ku li Amed û Bajarên herêmê hewa wê ewrsayî be û heta saetên êvarê li seranserê herêmê baraneke gur bibare.
Hat dîyarkirin ku germahîya hewayê wê 2 an 3 pile kêm bibe û ba jî bi giştî wê hêza navîn û car caran jî pir xurt be. Tê texmînkirin ku li derdora Êlih, Sêrt û Şirnexê barana gur bibare, tê texmînkirin ku li deverên bilind şilope û berf bibare.
Ji welatîyan re hişyarî hat dayîn ku li hember şert û mercên nebaş ên hewayê baldar bin.