Yewnanîstan ragihand ku ji bo 10 giravan wê vîzeya tûrîzmê ya 7 rojan ji welatîyên Tirkîyeyê re bê dayîn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya 5emîn Civîna Konseya Hevkarîya Asta Bilind a Tirkîye-Yewnanîstan de ji bo serdaneke fermî çû Yewnanîstanê.
Erdogan bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kyrîakos Mitsotakis re hevdîtin kir û piştre civîneke çapemenîyê li dar xistin.
Mîtsotakis wiha got, "Me biryar da ku têkîlîyan ji nû ve vejînin. Ji bo 10 giravan wê vîzeya tûrîzmê ya 7 rojan bidin welatîyên Tirkîyeyê."