Hat îdîakirin ku 2 bijîjkên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dixebitin, tevê ku li Îzmîrê di kongreyê de bûn, 2 sezaryen, miayene û dema kar li ser navê wan hatine qeyd kirin
Hin bijîjkan, serî li serbijîjk dan û xwest ku tevbigere.
Pirsgirêkên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku ev nêzê salek e serbijîjk nayê tayînkirin, didomin. Li gorê nûçeya Amîda Haberê, di daxwaznameya ku ji alîyê M.O.D.yê ku li nexweşxaneyê wek Pisporê Jineolojî û Welidînê dixebite, pêşkeşê serbijîjkê kir de kiryareke skandal derket holê.
Li gor daxwaznameya M.O.D., li ser navê Op. Dr. B.Ç. û Doç. S.A. yên ku di navbera 5-8'ê Cotmehê de li Îzmîrê beşdarê 3'yemîn Kongreya Jineolojî û Zayînê ya Navneteweyî bûne, lê di navbera 5-6'ê Cotmehê de 2 sezaryen, miayene û karê zêde ji wan re hatîye qeyd kirin.
M.O.D di daxwaznameya xwe de dîyar kir ku hem rêveberî û hem jî her du bijîjk sûc kirine û dîyar kir ku ger lêkolîna pêwîst neyê kirin wê serî li Serdozgerîya Komarê ya Amedê bide.